Ji ber ku tirkan di pirsa kurd û Kurdistanê da, ji despêka Komara xwe heta niha dijminatiyê bi gelê kurd ra dike û hê mafên herî biçûk ku êdî di cîhanêde pir normale û ji bo welat û dewletan tiştên pir bi rûmete nedaye û ji ber ku hêdî, hêdî siyaseta wan di pirsa Kurdistanê da têk diçe, loma dewleta tirk, çapemeniya wan, qaşo rewşenbîr û nivîskarên tirkan dibêjin bila dewleta me rewşa aborî li Başûrê rojhilat û herêma Anatolya(’Güney doðu Anadolu bölgesi) baş bike, da ku kurd jî dewlemend bibin û êdî qala kurd û Kurdistanê û qala mafên xwe nekin.
Cüneyt Ülsever qunciknivîsê Hürriyetê di nivîsa xwe ya di 16.04.2003 da wiha dibêje: ”Xêzên me yên sor ên nû: (1): Di şer û cîhaneke dîjîtal da ne tenê xêzên sor ên ku ji hêla leşkeran ve têne dayîn belku wate û nirxeke aboriyê jî ku nemaye di mesela bakurê Iraqê da li rûyê me dan.(Yeni kýrmýzý çizgilerimiz (1): Ekonomi SADECE askeri mülahazalarla çizilen kýrmýzý çizgilerin savaşlarýn bile dijital yaşandýðý bir dünyada fazla bir anlamý kalmadýðý Kuzey Irak'ta yüzümüze çarpýldý.)” Û wiha berdewam dike: ”Tu kes nikare ji me hêvî bike ku em bibin temaşevanê siyaseteke ku li ser sînorê me pêk tê û serê wê li welatê me dide lê divê em jî xêzên sor ên rasteqînî xêz bikin (Hemen sýnýrýmýzda cereyan eden ve ucu doðrudan ülkemize dokunan bir siyasi deðişimi oturup seyretmemiz bizden beklenemez ama bizim de gerçekçi kýrmýzý çizgiler çizmemiz gerekir.)
Ezê îro û sibê van xêzan di du waran da xêz bikim(Ben bu çizgileri bugün ve yarýn iki ayrý noktadan çizmeye çalýşacaðým):)
1) Aborî: Li Başûrê rojhilat belavkirina lêhatinê, (Ekonomi: Güneydoðu'da gelir daðýlýmý,)
Em pêşketinên muhtemel ên li bakurê Iraqê bi tirsa xwe ya hetayî ve girêdidin. Yan heke Dewleteke kurd a li bakurê Iraqê ji bo kurdên me yên li Rojhilat jî bibe cazibeyek? Yan heke Tirkiye parçe bibe? Îhtimala parçebûnê bi pêkhatina dewleteke federe a kurd li bakurê Iraqê ra zêde nabe? (Biz Kuzey Irak'taki olasý gelişmeleri ebedi bir korkumuza baðlýyoruz: Ya Kuzey Irak'ta oluşacak bir Kürt devleti Güneydoðu'daki kendi Kürtlerimiz için de bir cazibe alaný haline gelirse? Ya Türkiye bölünürse? Bölünme ihtimali Kuzey Irak'ta kurulacak federe-Kürt devleti ile artmaz mý?)
Berî her tiştî ev hêviya tirkan a ku aboriya kurdan baş be û kurd jî qala mafên xwe nekin û dê bi dewlemendiyê sist bin, bi vî awayî dest ji daxwazên xwe yên netewî berdin xewn û xeyal e.
Tu bi her awayî xerabiyê bi min bike, mafên min nas neke, welatê min talan û wêran bike, tahmûlî navê min neke, her tiştî ji bo min qedexe bike, li dijî min hemû bê rêzî, bê edebî û bê hurmetiyan bike, min nas neke, hebûna min înkar bike, tu gotineke kurdî di qanûn û biryarên xwe de derbas neke, zarokên kurdan bi mêjiyê Kemalîzmê bê hiş bike, bi gotinên derew û vala ”tirkim, rastim, jîrim” û ”tirkek bedela diyayê ye” fêr (hîn) wan bike, ji sibê hetanî êvarê ji kurdan ra heqaret û çêran bike û paşê bêjî ezê te dewlemend bikim û tu jî ji daxwazên xwe dûr bikeve û êdî qala hebûna xwe neke. Tirk dikarin ancax bi van gotinan tenê xwe bixapînin. Tirk hê yan ev tişt fam nekirine û yan jî naxwazin fam bikin. Welatê me rûmeta meye, em ji tu kesî parsê naxwezin, em ji bo rûmeta xwe têkoşînê didin. Dewleta tirk ev heştê salin rûmeta gelê kurd daye bin lingê xwe û pê dilîze. Em tu car koletî û bê rûmetiyê qebûl nakin. Divê berî her tiştî li Tirkiyê di pirsa kurd û Kurdistanê da mantiq bê guhartin. Heta mantiq neyê guhartin dê her tişt rûxartî be (yüzeysel) û ber bi xerabiyê here. Eger duristin bila rayadarên wan derên bêjin, erê raste me bi kurdan xerabî kir, em lêborîna xwe ji gelê kurd dixwazin û em hazirin mafên wan bê sînor bidin û wê çaxê em kurd jî hazirin ku li ser meselê werin cem hev biaxivin û jêre çareseriyek bi maqûl bibînin. Lê hetanî înkarî, zordarî, talanî û barbarî li Kurdistanê ji aliyê dewleta tirk berdewam be tu tişt çênabe.
Ew dewleta ku hê di mesela ermeniyan da ber xwe bide û dibêje komkujî, ji aliyên Osmaniyan dijî ermeniya çênebûye û înkariya her tiştî bike, ne hazirbe xwe biguhrîne, tu tiştek çênabe ku hetanî dewleta tirk wek dewleta Sedam Huseyîn têk neçe.
Ew dewleta ku ev sî salin pirsa tirkên Qibrisê yanê pirsa 120 hezar kesan çareser nekiriye, wê çawa pirsa aborî li bakurê Kurdistanê û li Tirkiyê çareser bike?. 120 hezar kes taxeke Stenbolê ye. Dewleta nikaribe di nav sî salî da pirsa taxeke (mihalek) çareser bike, ew dewlet têk çûye tenê çend sal emrê wê maye. Eger dewleta nehênî xwe neguharîne êdî tu kes nikare wê dewletê xelas bike. Ew dewlet mecbûre wek dewleta Sedam Huseyîn têk biçe û bikeve çopa cîhanê.
Sedam Huseyîn û dewleta wî ya Baas çawa têk çû, divê dewleta Tirk a Kemalîzmê jî têk here û her tişt bi awayek wekhev (eşit) ji nû va ava bibe.
Eger tirk bawerin ku bi paranoya xwe ya ji bo kurd û Kurdistanê bi awayek aborî û parsê bidin gelê kurd û ji pirsa kurdan xelas bin, ev daxwaz xewn û xeyale, bila tirk êdî baş bizanibin ku îro be, sibê be yan jî dusbe be Kurdistanê çêbe. Êdî ew diçin serên xwe li çiyan, dar û baniyan, keviran û kuçikan, zinaran an jî betonên dîwaran dixin, ew dizanin. Rojên hilweşandina heykelên Mistoyê Beton û ji holê rakirina pergala Kemalîzimê ne dûr in.