Ji ber ku Amerîka di dîroka xwe de her dem pir şaşsyên mezin kirine, ji ber ku Amerîka her dem ji xwe pêve bi kesî baweriya xwe ne aniye û ji ber ku Amerîka pir bi teknolojîya xwe, istiqbarata xwe bawere û ji ber ku Amerîka berjewendîyên xwe di ser her tiştîra digre, quretiyê û pozbilindiyê dike, loma Amerîka ji şaşiyan xelas nabe.
Qaşo Amerîka ango agahdariyên wan, dê vî carî di heftekî an jî deh rojan dan Iraq bigirtana û li wur hukumetek nû bi lez û bez çê bikrana, lê belê wek tê xwiyan ev pilana Amerîka niha kete avê. Dê şer çi qa berdewam bike hê belû nîne.
Amerîka jî baş dizanî bû ku şerê dijî Sedamê ker ne qolayiye, ji ber ku gelê Iraqê baweriya xwe bi Amerîka naynînin. Amerîka di sala 1991 bi gelê Iraqê ra xerabî kir û ew di destê Sedam da hîşt. Gerîng Amerîka van hêsabana bikra.
Amerîka çûye Iraqê ne ku sêv û hurmiya berhev (top) bike, çûye ku şer bike û bi zorê rejima Sedam Huseîn ji holê ra bike.
Eger Amerîka di despêkê da tirk derveyî vî şerî bigirtana, bi wan ra neketana bazariyê û baweriya xwe sedî sed bi kurdan bianîna û çekên muhîm bidana kurdên Başûr, ewê îro neketana vî tengasiyê û di nav çend rojan da ser biketana.
Colin Powell wezîrê Amerîka yê derve di roja 02.04.2003 da çû tirkiyê ku têkiliyên xwe û tirka ra baş bike û çend daxwazên xwe bi tirka da qebûl kirin. Niha tirk dibêjin ku têkiliyên wan baş bûye û ew bawerin ku êdî li başûrê Kurdistanê, Kurdîstanek serbixwe çê nabe û kurd nikarin tê kevin Kerkûk û Musilê, ji ber ku Amerîka soz daye wan. Amerîka dikarî bi navê xwe her sozî bide tirka lê belê bila Amerîka tiştekî baş bizane be ku ew bi navê kurdan nikarin sozê bidin kesî û ev heqê wan jî nîne.
Berî her tiştî dixwazim tiştekî zelal bikim. Ez ne li dijî Amerîkame û ne jî li dijî berjewendiyên Amerîkame. Gotinên ku min li jorê nivîsîne, rexnene ji bo siyaseta Amerîka. Kesekî ku şaşiyan bibîne, rexne neke, ne dikare bibe nivîskar û ne jî dikare bibe rewşenbîr. Wek rewşenbîrek kurd ji bo min jî berî her tiştî berjewendiyê gelê kurd û Kurdistanê mîhîme.
Amerîka welatê medeniyetê ye. Amerîka demokrasiyek pir xurt di welatê xwe da ava kiriye, hurmeta me jê ra heye. Hêviya min ew e ku Amerîka êdî hêviya gelê kurd neşkîne.
Rewşa gelê kurd êdî ne wek her demêye. Gelê kurd û Amerîka êdî mutefîqin û Amerîka vî tişî qebûl kiriye û ango viya tevdigere. Siyaseta li dijî an jî antî Amerîka siyasetek îflaskirinê ye. Bila kurdên bê fam jî êdî vî tiştî baş bibînin û fam bikin ango viay tevbigerin. Wekî din siyaseteke berevajî an jî dijîtiya Amerîka kêrî tu tiştekî nayê, ancax dikare qoz bide destê dijminên gelê kurd û dîsa wek berê ji kurdan ra astengî derdikeve.
Mehmet Ali BÝRAND di nivîsa xwe ya di roja 25.03.2003 da wiha dibêje “Dê kurd di şera da zerar bikin. (Kürtler savaştan zararlý çýkacak)” û wiha berdewam dike: “Graham Fuller li ser kurdên bakurê Iraqê şîroveyek kir û berevajî geleke dîtinan dê şerê li Iraqê ji bo kurdan wekî ku tê tehmînin kirin encamekên baş bi xwe ra neyîne. (Graham Fuller, Kuzey Irak’taki Kürtlerle ilgili ilginç bir yorum getirdi ve çoðunluðun tahminlerinin aksine, Irak’taki savaşýn Kürtler açýsýndan ileri sürüldüðü gibi olumlu sonuçlar getirmeyecek.”) Û berdewam dike wiha dibêje: “Ya rast ez bêjim ku ez jî wekî gelek çavdêran difikirîm û min tahmîn dikir ku piştî şer di pergala nû da ku li Iraqê pêk bê, dê kurd gelek bi kar û sûd bin. Dîtina ku dê hêza lîder û serokên kurdan (Talebanî û Barzanî) piştî Sedam zêde bibe û dê bibin hêza berbiçava merkezî derketibû pêş û belav bibû. Vê dîtinê berdevk û berpirsên resmî yên Enqereyê jî parve dikin. Heta difikirîn ku ewê pêşda herin û Kurdistaneke serbixwe çêbikin, lewre xwe ji hêla leşkerî ve jî li dijî vê yekê amade kirin. Graham Fuller jî di vî warî da cuda difikire. Ew bawer dike ku di Iraqa piştî Sedam da dê kurd rewşa xweya niha ku hene beşekê wê winda bikin. (Doðrusunu söyleyeyim, bende birçok gözlemci gibi, Kuzey Irak Kürtlerinin bu savaş sonrasý kurulacak olan yeni düzenden çok karlý çýkacaklarýný tahmin ediyordum. Kürt liderlerin (Talabani ve Barzani) Saddam sonrasýnda aðýrlýklarýnýn artacaðý ve bir çekim merkezi konumuna gelecekleri görüşü yaygýndý. Bu görüşü Ankara’daki resmi yetkililerde paylaşýyorlar. Hatta onlar daha da ileri gidip, baðýmsýz bir Kürdistan’ýn kurulma olasýlýðýna karşý askeri önlemler alýyorlar.
Graham Fuller ise, bu konuda çok farklý düşünüyor. Kürtlerin, Saddam sonrasýnda kurulacak Irak’ta, tam aksine bugünkü konumlarýnýn bir bölümünü kaybedeceklerine inanýyor.)”
Berî her tiştî muhîm e ku bêjim Graham E. Fuller mirovek pir biaqile û di analîzên xwe de nakeve şaşiya, ji ber ku ew berê ji bo CIA analîz dinivîsî, pir têkiliyên wî yên baş bi CIA û bi dewleta Amerîka re heye û ew di Rend Cooparation da jî xebitiye. Ewî di pirsa kurd da jî gelek pirtûk û meqale nivîsiye. Min gelek nivîs û analîzên wî xwediye. Yanê bi kurtayî ne miroveke ku meriv bêje ew van gotinan bi kêf dinivîsîne an jî dibêje. Lê ez bawerim Graham E. Fuller vî carê gotinên wî dê wek plana Amerîka be. Çawa Amerîka bi plana xwe ya şer di demek kurta ser neket, Graham E. Fuller jî di van gotinan de ku piştî şer kurdên ji îro kêmtir mafên wan hebe dê van gotinên wî rast dernekevin. Ez bawerim ne ku Graham E. Fuller di gotinên xwede şaş dibe, ji ber ku pilana Amerîka tev li hev bû loma.