Serrûpel Hejmar 40, gulan 2003

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Nirxandin

Ahmet Önal: Vê reşetariyê biqelêşin
Bedirxan Epözdemir: Hevpeyivîn li gel Feqî Huseyn
Feqî Huseyn: Jiyana min bi kurdî
Lokman Polat: Kurteçîrokên kurdî û Çiya Mazî
Îmer Kalo: Rojnamegeriya kurdî
Fuat Akpinar: Roja Rojnameya Kurdistan
Ebdurrehman Reşîd: Ne tenê Sedam ket
Fuat Akpinar: "Kurdino, merdino, pirr xweş e serxwebûn"
Bûbê Eser: Mizgînî li we
Zerdeşt Haco: Azadî li gelê me pîroz be
Kemal Burkay: Ev guhartina mezin pîroz be
Derwêş M. Ferho: Kurd di rewşek giring û dijwar de ne
Abbas Şiwan: Dîktoriyetî ayînî rê dekat!?
Fuat Akpinar: Bila her kes hesabên xwe baş bike
Fuat Akpinar: Bo qaşo çepên tirkan
Fuat Akpinar: Dilê Kurdistanê êdî katalîzatora kurdan e
Abbas Şiwan: Azadî Kerkûk le dîdî KDPyewe
Fuat Akpinar: Kurd ji tirkan parsê naxwazin
Fuat Akpinar: Bila tirk bi edeb bin -III-
Fuat Akpinar: Hesabê malê li sûkê nehat


KURDINO MERDINO, PIR XWEŞ E SERXWEBÛN!

FUAT AKPINAR: akpinar@t-online.de
ALMANYA 09.04.2003

Wesyetê Barzaniyê mezin û daxwaza gelê kurd hindik maye bêyî cîh. Rojên girtina Kerkûkê ne dûre û rojên Sexwebûna Kurdîstanê jî ne dûre, ez bawerim ku deh sal jî ne kudîne, gelê kurd li her çar perçê Kurdistanê de dê serbixwe be. Ez li vir li rûpelên dîrokê dinivîsin. Di çapemenîya cîhanê de pirsa gelê kurd bi aweke pir bi fireh û pozîtif tê giftûgoh kirin. Êdî tu ke nikare pêşiya vî bigire.

Ev bûyerên pozîtîf ji bo kurdan, Dewleta tirk û çapemeniya devrût xistiye xerabîkî pir mezin. Êdî nizanin çibikin, tenê bi siyaseta xwe ya bi qirêj û gemar êriş dikin kurdan û bi derew, dek û dolaban dixwezin tevgera gelê me piçûk bixînin. Dewleta tirka devrût, çapemeniya wî û serleşkeriya romê di pirsa kurd û Kurdistanê da ta girtî ye, serê wan gêj bûye, bûne gurên har û nizane çi bikin.

Eger Amerîka vê carê li kurda hîltiyê neke, êdî tu hêz û quwet nikare pêşiya tekoşîna tevgera Kurdistanê bigire.

Çapemeniya tirk roj tuneye di nûçe û xeberên xwe da êrişî kurdan, bi taybetî kurdên Başûr PDK di bin serokatiya Mesût Barzanî û partiya YNK di bin serokatiya Celal Talabanî dikin û dibêjin:

”Kurda Amerîka xapand, loma Amerîka di şerê Iraqê da zû serneket” Misyona derewa çapemeniya tirk bi taybetî TRT û Medya Dogan daye ser milê xwe.

Tiştên ku êdî nikarin binivîsîn, di ‘Televîzona Küstaha’ Kanal D da wek nûçeyan didin û serê gotina wan ”Küstah” û binê gotina wan ”Küstah” e. Televîzyona Kanal D di nûçeyên navendî de (Gerînendeyê Navenda Nûçya Fatih Altayli yê devrûtê, bê edeb û çaqal e) her roj ji kurdara, Amerîka û ji kesên Tirkiyê rexne dikin çêra dike û wan piçûk dixîne. Televîzyona Kanal D di nûçeyên roja 31.03.2003 wiha dibêje: “Teklîfeke bêexlaq ji Amerîkayê. Li aliyekî ku Amerîka komên kurdan, Kerkûk û Mûsilê garantî dike ji bo Tirkiyê, li aliyê din derkete holê ku teklifeke bêexlaq ji bo tirkeman kiriye . Li gorî îdîayê nûnerê wî yê li herêmê Zalman Halîlzad li hemberî desteka ji bo eniya tirkmenan ji wan xwestiye ku navê Kurdistana Iraqê bi lêv bikin. (Amerika'dan ahlaksýz teklif Amerika, Türkiye'ye kürt gruplar Musul ve Kerkük'e güvence verirken, özel temsilcisinin Türkmen cephesine ahlaksýz bir teklif yaptýðý ortaya çýktý. Ýddiaya göre özel temsilci Zalman Halilzad, destek karşýlýðýnda Türkmen cephesinden Irak kürdistaný söylemini kullanmasýný istedi.” Li berçavê Televîzyona Kanal D wan kesên ku bêje Kurdistan miroveke ‘Ahlaksýz’ e yanê Kanal D ji welatê me, Kurdistanê re dibêje ahlaksýz. Evan gotinana bi daxwaz û destûra Fatih Altayli yê zimandirêj û qancix di nûçeyên Kanal D ê de têne gotin. Ji ber ku êdî nizanin çi bêjin di nûçeyên roja 27.03.2003 de vê carê qala başûrê Kurdistanê dike û di bêje: ”Pêşmerge Barzanî” bi vî gotinê jî dixwazin malbata barzanî û kurdan piçûk bixînin, lê belê ewqas bê famin ku nizanin ev gotin pêşmegetiyê nabe nesîbê her kurdekî. Pêşmergetî qehremanên gelê kurde li her çar perçên Kurdistanê serê wan ji bo welatê wan pir bilinde. Lê belê qancixên mînanî Fatih Altayli vî tiştî ne dikare fam bike û ne jî dikare hazim bike.

Ji ber ku Dewleta tirk û Amerîka di pirsa şerê Iraqê da li hev nehatin, niha dewleta devrût bi hemû hêza xwe alîkarî Sedamê kerê vehşî dike û naxweze Amerîka û Ingilîz bi ser bikevin û kurd bibin xwedî sitatûyek û azad bin.

Dewleta Tirka meymûna van rojana vehşetiya xwe ji her demê daha baştir rayê kurda dide, ji ber ku neçar mane êdî nizanin di pirsa kurd da çibikin, niha jî dixwazin bi dewletên barbar yên din wek dewleta Îranê û Sûriyê pêşiya tevgera kurd bigirin. Lê bila dijminên gelê kurd êdî tiştekî baş bizanibin ku, wana zû da di pirsa Kurdistanê da tîren dane revandin. Tenê êdî bi kevir û kuçikan bi pey tirenê ketine û davêjin tirenê.

BIJÎ KURDISTAN
HERNE PÊŞ, HERNE PÊŞ, DEWR Û DERYA MEYE
BIJÎ PÊŞMERGÊN QEHREMAN
YAN KURDISTAN YAN NEMAN

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: mehname@yahoo.com
Contact us: mehname@yahoo.com

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.