Duhinî ketin ne ya Seddam Husên bû. Tiştê ketî gellekî grîngtir bû. Duhinî derewa mezin ya ku bi desthelatdariya wî re hevrê bû û jê re dida çepikan ket. Duhinî ew zihniyeta ku rastiya îroyîn û ya dîrokî nedipejirand, ew zihniyeta ku bi derewan bi nave gelê îraqî diaxift ket.
Li pêş çavên cîhanê îraqiyan bi xwe li paytexta xwe Bexdadê rastî raber kirin, li Bexdada ku di derheqê wê de dihat gotin: ew ê li bervaciya Besraya ku bixêrhatin li emerikiyan û brîtaniyan kiribû bibe kelaya karbidestiya îraqî; Bexdad, bajarê serok û peyayên wî û danistvanên xwe. Ji ber wê bû ku wêneyên sibeya duhinî ji yên din bêtir bo ereban wek şok (sedme) hatin dîtin. Van wêneyan Ereb ji Menameya li rojhilatê cîhana erebî li ser kendavê ta Dar el Beyda ya li rojavayê wê li ser atlantîkê hejandin, li wan bajarên ku di wan û yên di navbera wan de daniştvan bêxew diman û berdewam di xwepêşandanan de bûn, bi baweriya ku ew pişt gelê îraqî digirine, di wê demê de ku wan piştgiriya Seddam Husên dikirin. Wan wêneyan xelkê Qahîreyê hejandin ku tê de tundrêyan, neteweperestan, çepan û yên hatinî xapandin rêberî dikirin û xwe wek amade diyar dikirin ku biçin şerê bo parastina Seddam û Îraqa wî. Di sibeya duhinî de ji dest dezgehên televizyonê, ya El Cezîre jî di nav de, ya ku beşdarî di kampanyaya piştgiriya bo Seddam û desthelatdariya wî di dema şer de dikir, nehat ku wêneyên dilşadiya gelêrî li Bexdada paytext şîrove bikin.
Ji lewre dîmenên duhinî, ji xwepêşandanên xelkê bigir ta çirrandina wêneyên dîktatorê xwe û mîztina bi ser de, mezintirîn derewa di dîroka nûjen ya Ereban de xist xarê û bi ketina vê derewê re ragîhandina televizyonî û ya çapemenî jî ket xarê, ew mîdyaya ku bi dirêjiya bîst salan hewl dida bi xelkê bide pejirandin ku ew li pêş çavên xwe leşgerên gel, desthelatdariya gel û serokê gel dibînine.
Bo min recîma Seddam Husên û karbidestiya wî bi xwe ne bûyera grîng bû, çimkî zû-dereng ew ê biketana, bi mûşekên emerikiyan û brîtaniyan bûya yan bi şûrên îraqiyan. Ya bo min hîn grîngtir tazîkirina baweriyên siyasî û çandî ye ku vê carê ji carên din der rasterast li ser sehneya televizyonê dihêt dîtine û îspata ketina wan jî dihêt raberkirine. Li Besra eynî bûyeran cîh girtin, lê mîdyaya erebî xwe wekî ji wan ne haydar raber kir û şabûna xelkê wek cîhgirtina di talanê de, ne şabûn, da xuyakirin. Lê wêneya li Bexdadê mezintir bû û nixamtina rastiya bi tevahiya cîhanê ve wek rojê diyar ne pêkan bû.
Dîmenên kêfxweşiya gelêrî yên li Bexdadê bi ketina karbidestiya îraqî re hatinî holê qerfên xwe bi sîstêma erebî ya perwerdeyî, siyasî û ragîhandinî kirin, sîstêma ku bi dirêjiya 50 salan li xelkê derew dikir.
Û ta saeta dawîn ji roja duhinî mîdyaya erebî bizava xapandina îraqiyan, Ereban û heta ewên di dezgehên ragîhandionê de di kar de dikir. Wek nimûne, li dû ku wênekêşekî ereb di Otêla Filistîn de hat kujtin, rojnamevanekî dezgeheke televizyonê diqîre û dibêje ku hêzên emerikî rojnamevanên ereb bo xwe kirine amanc e da ku wan bêdeng bike. Tevî ku bûyera kujtinê yeke diltezînê ye jî ragîhandin û şîrovekirina wê ji bo temaşevanên ereb ne rêk û pêk bû, çimkî diyar nekirin ku ji bilî karmendê ereb 10 rojnamevan û wênekêşên ji welatên din, welatên hêzên leşgerî jî di nav de, di dema şer de hatine kujtine.
Di vî şerî de Ereb bûn du beşan. Beşekî ku dibêje va şera şerê mayînê û şerê kerametê û şerê komployan e û beşekî bêdeng ku pirraniya wan îraqî ne û ji îmkana ragîhandina bîr û baweriyê bêpar in, çimkî yan li derve penaber in yan jî li hindir di bin stemkariyê de ne. Beşê duyem dizanibû ku şer şerê azadkirinê ye, yan bi kêmasî amanca şer bo vî beşî ne grîng bû, cimkî bi encamê dawiya karbidestiyeke faside kujer ê bihata, recîmeke ku divabû çawa karbidestî bi dest xistibû wisa jî ew li şûn bihîşta.
Şerê li Îraqê bûyereke dîrokiye bêhempa ye. Hemî şerên par şerên li dij Israîl yan şerên karbidestan bûn. Lê va şera yekta ye, şerekî li dij rewşa bed (xirab) ya li welatên erebî ye.