Ev guhartina mezin ji gelê Iraqê û ji Kurdan ra pîroz be!
Bi Şerê Kendavê ya dawî sazûmana dîktatorî ya Iraqê hilweşî, hêzên xwe belav bûn û berpirsîyarên vê sazûmana hov jî revîyan.
Bila ev serketin ji hêzên Koalîsyonê û gelê Iraqê ra pîroz be!
Çend bajarên Kurdistanê yên başûr, Kerkûk, Xanekîn, Mûsil û yên dinê, ku heya nuha di destê dagirkeran da bûn, bi destê hêzên pêşmergeyên Kurd rizgar bûn.
Bila ev serketin jî ji bo gelê me yê Kurdistana Başûr û ji bo hemû Kurdan pîroz be!
Em, wek Partîya Sosyalîst a Kurdistan ji van bûyerên pîroz gelek dilşa ne.
Em hêvî û daxwaz dikin ku rojkî berê hêzên sazûmana kevnare bi temamî bêne bêdengkirin û paqijkirin, li gund û bajarên Iraqê û li Kurdistana Başûr dawîya hin xirabîyên wek talan û dizîyê bê girtin û aramî pêk bê. Xelkê ku di dema dîktatorîyê da ji cî û warê xwe hatibû derxistin, wek Kurdên Kerkûkê û Kurdên Feylî, divê rojkî berê vegere ser axa xwe û birînên wan bê dermankirin.
Divê berpirsîyarên sazûmana dîktatorî yên ku sax mane bêne mehkemekirin û ji wan hesabê curm û cenosîdê, ya enfalê bê pirsîn.
Em hêvî û daxwaz dikin ku rojkî berê hukmeke teze ava be ji xelkê Iraqê, ew Kurdan û Ereban, her usa jî hûrgelan temsîl bike û ji bo avakirina sazîyeke demokrat û federal kar bike. Pirsa Kurd jî li ser esasê federalî û aşitîyê çareser be. Gelê Kurd li Kurdistana Başûr, wek îro xwedî parlamen û hukumeta xwe be, her usa jî di hukma merkezî ya Bexdayê da hevbeş be.
Di dahatûyeke nêzik da hilbijartin çêbe û bi rê olaxên demokratîk him li temamîya Iraqê, him jî li Kurdistanê parlamen û hukumeta teze ji nu va avabe.
Ev sazîya demokrat û federal bibe nimûneyekî baş ji bo temamîya Rojhilata Navîn.
Bila Tirkîye û dewletên din yên heremê, têkilî karê Iraqê û Kurdistanê nebin, bi destê hin hêzên xirab tevnedin. Hêzên êrîşger li Tirkîyê û destikên wan ên li Kurdistana Başûr, ji nuha va gelek xirabîyan dikin. Bona vê yekê jî divê yekitîya hêzên Kurd xurt be, li ser pirs û pirsgirêkên netewî bi hevra hereket bikin, bi hevra dirist bin, da ku rê nedin hêzên xirab ku prowokasyonan pêk bînin, Kurdan careke din berî hevdin û têkilî karê Kurdistana Başûr bin.
Tirkîye û ew dewletên heremê yên din jî, divê êdî sîyasetên xwe yên kevnare biguhurin, pirsa Kurd li ser esasê dadî û wekhevîyê çareser bikin û ne bi derewan, lê bi rastî bibin welatên demokratîk.
Kemal Burkay
Sekriterê Giştî yê
Partîya Sosyalîst a Kurdistan
14 Nîsan, 2003