Serrûpel Hejmar 40, gulan 2003

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Nirxandin

Ahmet Önal: Vê reşetariyê biqelêşin
Bedirxan Epözdemir: Hevpeyivîn li gel Feqî Huseyn
Feqî Huseyn: Jiyana min bi kurdî
Lokman Polat: Kurteçîrokên kurdî û Çiya Mazî
Îmer Kalo: Rojnamegeriya kurdî
Fuat Akpinar: Roja Rojnameya Kurdistan
Ebdurrehman Reşîd: Ne tenê Sedam ket
Fuat Akpinar: "Kurdino, merdino, pirr xweş e serxwebûn"
Bûbê Eser: Mizgînî li we
Zerdeşt Haco: Azadî li gelê me pîroz be
Kemal Burkay: Ev guhartina mezin pîroz be
Derwêş M. Ferho: Kurd di rewşek giring û dijwar de ne
Abbas Şiwan: Dîktoriyetî ayînî rê dekat!?
Fuat Akpinar: Bila her kes hesabên xwe baş bike
Fuat Akpinar: Bo qaşo çepên tirkan
Fuat Akpinar: Dilê Kurdistanê êdî katalîzatora kurdan e
Abbas Şiwan: Azadî Kerkûk le dîdî KDPyewe
Fuat Akpinar: Kurd ji tirkan parsê naxwazin
Fuat Akpinar: Bila tirk bi edeb bin -III-
Fuat Akpinar: Hesabê malê li sûkê nehat


Ji devê Mamosta Feqî Huseyn Sagniç >(1926 - 12.03.2003)

Kurtejiyana wî

"Ez sala 1926 an da li Kehnîyamîran ji dayîk bûme. Kehnîyamîran taxekê gundê Xorosê navça Hîzanê bajarê Bedlîsê ye. Dayîka min ji min ra digot; “Tu salek piştî bizava Şêx Seîd hatî dinê.” Di temenê sê salîda bûme, mala me ji navça Hîzanê hatîye navça Tetwanê. Dûrîya Oranisê li gundê Kûtê cih bûye. Min zarotîya xwe li wî gundî borandîye. Di temenê heştanda bûm, min bavê xwe winda kir û mame sêwî. Ji ber xizanîyê salek piştî mirina babê xwe, bi birayê xwe yê mezin ra bûme berxwan. Sala din, ez û birayê xwe yê piçûk bûn gavanê gund. Gavanîya me sê sal li pey hev domand. Di wê navêra min Quran xwend. Li dawîya sala 1938 an da çend rojek ji sersala 1939 an ra mabû, çûme gundê Oranisê li medresa Seydayê xwe (Mela Osmanê Xorosî), dest bi Nûbara Ehmedê Xanî û fiqha Erebî kir.

Xwendin û feqîtîya min bi zor çar salan domand. Her du birayên min yên ji min mezintir, çûne leşkerîyê û bi pêwîstî hatim, di cîyên wanda min rencberî kir. Dûra ez çûme leşkerîyê.Piştî qedana leşkerîya min, di navça Tetwanêda rûniştim. Me mal jî anî wir. Ji bo pêkanîna aborîya xwe, min dest avête xeradî û çêkirina avayîyan. Piştî xebata çend salek min xeradxanekê mezin damezrand.

Li ber wan karên xwe yên aborî da, xebatên min yên zanistî û dahûrandinî jî hebûn. Wekî, dahûrandina mezhep û olan û hînbûna felsefa metafizîk û dîyalektîkî. Hizirin, raman, peyivîn û gengeşîyên sîyasî jî di wan demên keftolefta aborîda bûn. Xebatên sîyasî tenê bi medresîyan ra min dikir. Di wan demanda bawerîya me bi dibistanîyan tune bû. Ji xwe me bi wan ra pêwendî jî çêne dikir. Pêwendîyê min yê pêşî bi dibistanîyan ra, li Dîyarbekir bi Canip Yildirim, Edîp Altinakar, Musa Anter, Yusuf Ezîzoxlu, Selahedîn Cizrelî û bi Mustefa Ekîncî ra bû. Ev dîtin û pêvendîyên han, piştî dawîya sala 1959 an, di dema rojnama “Îlerî Yurd” eda bû û dûra êdî bi rewşenbîran ra, danîstana me gelek çêbû.

Ji bo raman û hizrên sîyasî, sala 1964 an bûme revoke. Paşî hatim radest bûm û ketim zîndana Tetwanê. Dawîya sala 1965 an derketim. Di dema revokîya min da hinek hevalên min yên hêja Partîya Demoqrata Kurdistana Tirkîyê damezrandibûn. Piştî derketina min ji zîndanê, di rîya hevalek da ez bûme endamê partîyê. Piştî jî ez bûme endamê komîta merkezî. Di sala 1968 an da navenda partîyê û li gel hinek hevalên dîn hatin girtin. Lê tewqifa min nahate birin. Dûra gelek caran hatim girtin û gelek dadke li min hatin vekirin.

Di navenda Çanda Mezopotamya da min dersên zimanê Kurdî da. Damezriner û endamê Enistîtuya Kurdî ya Stenbolê me. Di kovara Rewşen, kovara Enistîtuyê û di bûltenên wî da medrese hemanivîsaran dinivisim. Ku pêwîstî hebe di kovar û rojnamên dîn da jî nivîsên min derdikevin. Hemine nivisên min bi Kurdî ne. Heger îza jî be carna bi Tirkî jî dinivsînim."

Mamosta Feqî Huseyn, gelek caran ji bo bîr û bawerîyên xwe yên sîyasî û wêjeyî hate girtin, di zîndanan da raza û revok ma.

Wek gotarvanê mehvan li welat û li derveyê welat têkilî gelek panel û konferansên netewî û navnetewî bû.

Di celeb-celep rojname û kovaranda bi sedan gotar nivisand. Gelek tv. û îzgeyan li ser babetên cuda-cuda bi mamosta yê hêja ra bernaman li darxistin.

Roja 20 ê çirîya paşîn (sermawêz), demjimar 24.00 li ser kompîtorê xwînrêja mejî derbas kir. Kete komayê. 112 roj di komayê da ma.

Roja 12 adarê 2003 yan çarşemê serê sibê zû li Stenbolê, li nexweşxana Bakirköy ço ser heqî ya xwe.

Roja 13 adarê pênçşemê piştî merasimeke rêk û pêk li Stenbolê, cenaze birin axa pîroz ya ku Mamosta pir jê hizdikir, Tetwan’ê. Di merasim û tezîyan da bi deh hezaran kes pêşdar bûn. Ew malê gelê Kurd bû, gelê wî lê tenê nehişt.

Roja 14 adarê piştî limêja înê, li goristana Karşiyaka lý bajêrê Tetwan’ê bi teklî bûna hezaran hate defin kirin.

Berhemên Mamosta Feqî Huseyn yên ku hatine weşandin ev in:
1.Yûsiv û Zuleyxa-1998-( ji tîpên Erebî tîpguhêzî)
2.Çîrokên Kurdî -1999-( Fablên Kurdî)
3.Hêmana Rêzimana Kurdî-1991-
4.Pêşerîya hewisîna Zimanê Kurdî 1-1991-
5.Pêşerîya Hewisîna Zimanê Kurdî 2-1992-
6.Portreler –2000-( Bi Tirkî, portreyên rewşenbîr û sîyasetmedarên ku ne li jiyanê ne)
7.Dîroka Wêjeya Kurdî-2002-(700 rûpel, sed mixabin ku mamosta vê berheme xwe nedî û çû ser dilovanîya xwe. Dema di komayê da bû pirtûk ji çapê derket. Pirtûkê birin ser cîyê wî. Mamosta vê berhema xwe ya giranbûha bi du siterkên çavan silav kir.)

Sipas ji dost û hogiran ra ku di pêwajo ya nexweşî û dilovanîya Mamosta da bi hatin, telefon û bi peyamên xwe yên hêja êşa me par kirin û me tenê nehiştin.

Bila serê Miletê Kurd sax be. Em wî ji bîr nakin û dê ew tim di dilê me da be.

Bedirxan Epozdemir

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: mehname@yahoo.com
Contact us: mehname@yahoo.com

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.