Serrûpel Hejmar 40, gulan 2003

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Nirxandin

Ahmet Önal: Vê reşetariyê biqelêşin
Bedirxan Epözdemir: Hevpeyivîn li gel Feqî Huseyn
Feqî Huseyn: Jiyana min bi kurdî
Lokman Polat: Kurteçîrokên kurdî û Çiya Mazî
Îmer Kalo: Rojnamegeriya kurdî
Fuat Akpinar: Roja Rojnameya Kurdistan
Ebdurrehman Reşîd: Ne tenê Sedam ket
Fuat Akpinar: "Kurdino, merdino, pirr xweş e serxwebûn"
Bûbê Eser: Mizgînî li we
Zerdeşt Haco: Azadî li gelê me pîroz be
Kemal Burkay: Ev guhartina mezin pîroz be
Derwêş M. Ferho: Kurd di rewşek giring û dijwar de ne
Abbas Şiwan: Dîktoriyetî ayînî rê dekat!?
Fuat Akpinar: Bila her kes hesabên xwe baş bike
Fuat Akpinar: Bo qaşo çepên tirkan
Fuat Akpinar: Dilê Kurdistanê êdî katalîzatora kurdan e
Abbas Şiwan: Azadî Kerkûk le dîdî KDPyewe
Fuat Akpinar: Kurd ji tirkan parsê naxwazin
Fuat Akpinar: Bila tirk bi edeb bin -III-
Fuat Akpinar: Hesabê malê li sûkê nehat


ÇEND GOTIN JI QAŞO ÇEPÊN TIRKAN RA

FUAT AKPINAR: akpinar@t-online.de
ALMANYA 13.04.2003

Van rojana dîsa qaşo çepên tirkan li ser şerê li Iraqê bi awayek dijwar êrişî kurdan dike û serê gotina wan: ”Emperiyalîzm wiha bû” û binê gotina wan ”Emperiyalîzma Amerîka wiha çû” û hwd. Û gelê meyê Başûr biçûk dixînin û dixwazin aqil bidin me kurdan.

Berî her tiştî bila çepên tirkan herin di cihên xwe de rûnin. Ew êdî nikarin aqil bidin gelê kurd û mîsyona wan êdî xelas bûye. Gelê kurd êdî ew jariya ku wan li kurdan dabû baş dizane.

Gelê kurd êdî ne tenê bi partî û rêxistine, gelê kurd xwedî dewlete û dizane çi bike. Çepên tirkan ji hebûna xwe hetanî niha xwe herdem wek dewleta tirk şefên kurdan dîtiye. Çepên tirkan qaşo bi siyaseta xweya sosyalîzm û konmînîzmê jarî berda kurdan û hetanî niha jî hê kurdên bê fam ji jariya wan xelas nebûne. Bi navê gotina înternasyonalîzmê kurdan dixapînin û ew tiştên dewleta tirkan nikaribû li ser kurdan tesîr bike û bi kar bîne, bi destê çepên tirkan hate pêk anîn. Çepên tirkan bi navê biratî û înternasyonalîzmê ji kurdan ra çêran dikin û tevgera Kurdistanê li başûrê welatê me biçûk dibînin û jêra heqaretan dikin.

Piraniya çepên tirkan kurdên bê famin û ji xwere dibêjin em înternasyonalîstin û nifaqê nakin nav gelan. Ev gotin hemû derewin. Eger mirov çepên tirkan baş analîz bike, tê da vî rastiyê dibîne ku piraniya çepên tirkan bîhna gemara Kemalîzmê jê tê. Pir mixabim ku bêjim ew kurdên di nav çepên tirkan da cih girtine piraniya wan kurdên Elewîne. Ew an ji Dêrsim, Mereş an jî ji Meletiyê ne. Eger zanebûna wan hebe, li dîrokê binêrin û ewê tê da baş bibînin ku Kemelîzmê bi navê laîq bûnê birînên pir kûr li ser wan bi cih hîştiye. Lê belê piraniya Elewiyan hêjî bawerin ku Kemalîzm laîqe û ew di saya Kemalîzmê da li ser piyan e.

Em kurd jî hê qîmetê didin çepên tirkan û wan di televîzyona xwe de derdixînin, didin qisedan, îmkanê didin wan di rojnamê xwe de ji me kurda ra çêran bikin û tevgera me biçûk bixînin. Ez berpirsiyarê Televîzyona Medya TV û Rojnama Özgür Politîka bim, ne çepên tirkan di televîzyonê da derxim û ne jî di rojnamê da nivîsên wan derdix û nahêlim ew di nava baxçê min ra derbas bin.

Ez ne antîdemokrat im ku van gotinan dinivîsînim, ji ber ku piraniya çepên tirkan di pirsa kurd û Kurdistanê da ne duristin û xerabiyên wan li ser me kurdan pir çêbûye, loma van gotinan dinivîsim. Eger ew di pirsa Kurdistanê de duristin, bila berî her tiştî navê welatê me rast bêjin. Ew jî ji başûrê Kurdistanê ra wek dewleta tirk û çapemeniya tirkan dibêjin ”bakurê Iraqê (Kuzey Irak)”. Ne hewceye ku ez li vir navê wan yeko, yeko binivîsim. Ew jî dizanin ew kî ne, Medya TV û Özgür Politika jî dizane ew kî ne.

Çepên tirkan siyaseta pergela Kemalîzmê ku dewleta tirk nikarîbû heta niha li dijî gelê me pêk bîne û bi ser bikeve, mîsyonek daye ser milê çepên tirkan ku ew kurdan di nav xwede bihelînin û bînin ser riya Kemalîzmê.

Ew kurdên di nav çepên tirkan da ji xwere dibêjin, em înternasyonalîstin, nikarin bibin înternasyonalîst. Kesên berî pêşîn li netewa xwe, koka xwe, ala xwe, axa xwe û li welatê xwe xwedî der neyên ne dikarin bi kêrî xwe, ne jî dikarin bi kêrî xelkê bên û ne jî dikarin bibin înternasyonalîst. Ew ancax dikarin ji xelkê ra nokeriyê bikin.

Çepên tirkan ji bilî zerar û nîfaqê ku têkin nava kurdan tu kara wan ji kurdan ra çênebûye. Divê em kurd vê yekê baş bizanibin û îmkanan nedin wan da ku ew jî nekaribin bi îmkanên me, zimanê xwe li ser me dirêjî bikin.

Ez bangî hemû kurdên di nav tirkan da ji bo wan kar dikin, dikim û ji wan ra dibêjim hê zû ye ne dereng e ji bin baskên tirkan derkevin û vegerin hêlîna xwe û riya netewa xwe bişopînin.

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: mehname@yahoo.com
Contact us: mehname@yahoo.com

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.