Ez dixwazim di vê maqela xwe de li ser 105’iya salvegera weşana rojnameya kurdî ya yekemîn “Kurdistan” bisekinim û pêşengên rojnamegeriya kurdî Mikdat Midhat Bedirxan, Husên Huzniyê Mukriyanî û Pîre Mêrd bi bîr bînim û bejna xwe li ber wan ditewînim.
Ev bûyera dîrokî bingeha rojnemegeriya Kurdistanê ye û di dîroka Kurdistanê de riya ronahiyê ji gelê kurd ra girtiye û em lawên kurd jî îro bi saya wan bi serbilindî û serfirazî vê roja pîroz bi bîr tînin.
Her wekî ku em dizanin bo cara yekem rojnamegeriya kurdî li xerîbiyê dest pê kiriye. Di sala 1898’an de li Qahirê li welatê Misrê ji hêla Bedirxan ve yekemîn rojnameya kurdî ya bi navê ”Kurdistan” hate weşandin.
Rojnamegeriya kurd di salên 1980’yî şûnde bi piranî li bakurê Kurdistanê dest bi weşanê kir. Lê belê divê mirov bêje rojnamegeriya kurdan ji sala 1898’an şûnde li her çar perçeyên Kurdistanê jiyana xwe domandiye. Ji ber ku dagirkerên ku Kurdistan dagir kirine, derfet nedane gelê me ji bo wî em nikarin bêjin rojnamegeriya kurdî di vî demê da pir pêş de çûye. Ew tiştên ku rojnageriya kurdî pêk aniye di tengasiyek pir mezin de hatiye kirin. Lê her çiqas ji destpêka salên 1900’î de kêm be jî rojnamegeriya kurd di wî demê de hatiye weşandin ji bo me îro wek neynîk e û çavkaniya pir bi qedir û qîmet e.
Van salên dawîn rojnamegeriya kurdî gelek pêş de çûye. Lê pir mixabin em hê nikarin bêjin rojnamegeriya kurdî bi awayekî pir bi profesonel tê weşandin, ev jî ne kêmasiya kurdan e. Ji ber ku dewletên dagirker bi êrîşek hovîtî, ji her alî da hicûmî gelê kurd dike û jê re astengiyê derdixe. Heta niha bi dehan rojnameger li bakurê Kurdistanê ji aliyê dagirkeran ve hatine şehîdkirin. Bo cara yekem li cîhanê karîkatorîstek dikeve zîndanê ku ew jî karîkatorîstê kurd û xêzkarê kovara PÎNE û sazkarê QIRIX Doðan Güzel e. Mînakî din di cîhanê da wek vî bûyerî tuneye.
Lê ne tenê li Bakur, li Başûr, li Rojhilat û Başûrê biçk jî rojnamegeriya kurd hê ji tengasiyan xelas nebûye û heta niha gelek şehît dane û gelek rojnamegerên kurd di zîndanên dijminê xwînxwar dane.
Her çiqas kêmasiyên rojnamegeriya kurdan hebe jî êdî dem ne wek berêye. Îmkan û derfet zêde bûne. Eger karek hê baş û profesyonel li her çar parçên Kurdistanê bê kirin, dê rojnamegeriya Kurdistan di demek pir kurt da pir pêşda here. Êdî pirsa komînîkasyonê (ragehandin) di nava kurdan da nemaye ji ber ku teknolojî pir pêşda çûye û em jî jê îsîfade dikin. Tenê xebata bi pirofesyonelî kême. Eger ev kêmasiyên me kurdan jî rabe êdî tu kes nikare tengasiyan derxe û pêşiya rojnamegeriya Kurdistanê bigire.
Pîroz be ev roja ronahiya KURDISTAN
Pîroz be ev rojên rizgarbûna KURDISTAN
Pîroz be Kerkûk, Mûsil û KURDISTAN
Pîroz be rojnama KURDISTAN