Dawiya dîktotariya Sedam Huseyîn hat. Di dema şer da, tirsa herî mezin jî ew bû ku Sedam Huseyîn çekên kîmyewî dijî leşkerên hevpeyman û bi taybetî dijî kurdan bi kar bîne. Bi karneanîna çekên kîmyewî li Kurdistanê, Iraqê û li her derê cîhanê bîhnek fireh da her kesî. Niha jî gelê kurd, ereb û gelên din tama azadî û rizgarbûnê derdixin.
Lê belê hê her tişt çareser nebûye, problem û konflîkt pirin. Her çiqas niha gelek talanî û tevlihevî hebe jî dê di demek kurt da çareser be.
Ez bawerim eger Amerîka vê carê rewşa Rojhilata Navîn baş bide ber çavan bi polîtkek objektîfî siyaseta xwe bimeşîne û ne tenê berjeweniyên xwe bifikire, ew soza wan dabû ku ji Kurdistan û Iraqê re demokrasiyê bîne, Iraqeke Federal ava bike û nekeve şaşiyan, wê di siyaseta xwe de serbikevin. Lê li aliyê din divê dijitiya Amerîka jî neyê kirin. Siyaseta dijî Amerîka, siyaseteke îflaskirinê ye. Eger mirov bixweze siyaseteke reelpolîtîk bimeşîne, divê ev siyaset ne siyaseteke antî Amerîka, yan jî antî Îsraîl be. Ez van gotinana ne tenê ji bo kurdên Başûr dibêjim, ez van gotina ji hemû partî, rêxistin û ji hemû kurdan ra dibêjim. Eger em kurd di pêşerojê de li Bakur, Rojhilat û rojavayê Kuristanê jî dijî dewletên BARBAR, Tirkiye, Îran û Sûriyê, dixwezin xelas bin, bi ser bikevin û welatê me rizgar bibe, divê em xwe ango siyaseta rewşa cîhanê amade bikin û bi vî awayî tevbigerin.
Lê ev nayê vî manê ku mirov siyaset û polîtîka Amerîka û yên din rexne neke. Emê her dem tiştên şaş bin û ne ango berjewendiyê gelê kurd bin, rexne bikin û pêşneyariyên xwe jî binivîsin.
Gumana me kurdan ewe ku di dawiya, dawîn da ji gelê me re li Başûr tengasî çênebe, hêviya gelê me neyê şikestin û daxwazên gelê me bi cih bên, da ku kurd jî di Rojhilata Navîn da bibin xwedî statuyek fermî.
Gotinên plakatîf (gotinên bêbingeh, silogan û gotinên vala) me kurdan xelas nake. Divê kurd pir bi zana tevbigerin, nekevin şaşiyan, nebêjin ev der a mine, ev der a teye û li pê hesab û tiştên biçûk nekevin.
Em kurd di demeke dîrokî da derbas dibin. Gava partî û rêxistinên kurdan niha di vê dema dîrokî da rola xwe baş nelîzin û li pêy tiştên biçûk bikevin, divê ew baş bizanibin ku dîrok vê carê wan jî efû nake. Dîrok her gav û her dem şans nade mirovan. Em kurd mecbûrin rola xwe baş bilîzin. Ew kurdên ji tevgera Kurdistanê ra astengiya derxin, xwedî soz û peymanên xwe dernakevin, firsend didin destê dijminê gelê kurd û bi tiştên biçûk ra mijûl dibin, divê dest ji van hesaban berdin. Heqê tu kesî nîne ku van rojên şahî û serbilindiyê li me bikin jehrî û kêf û zewqa me ji bo rizgarî û azadbûna başûrê Kurdistanê bişkînin.
Siyaseta bê soz û bê peyman bi kêra tu tiştekî nayê. Siyaseta bi fen û fûta siyaseteke bi mehkûme. Siyaset bi rovîtî, qurnazî û kesperesiyê nameşe. Kurdên ku gava xwedî soz û peyman a xwe dernekevin û ango berjewendiyê gelê kurd tevnegerin, divê baş hesabên xwe jî bikin. Kurdistan malê bavê şexsan nîne û gelê kurd lîstoka tu kesî jî nîne. Kurdên ku tenê li ser hesabên xwe tevbigerin û astengiyan ji niha ve derxin û dijminê me bi me bidin şakirin û vê dema dîrokî li me bikin jehrî, bila baş bizanin ku êdî tahmûla gelê kurd ji bo wan tuneye. Bila ew aqilên xwe topî serên xwe bikin û ji bo berjewendiyên Kurdistanê tevbigerin. Wekî din divê, ew baş bizanibin ku Sedam Huseyîn çû ku derê gelê kurd dê wan jî bişîne wê derê.
Gava partî, rêxistin, sazî û dezgehên kurdan, rewşenbîr û yeko, yeko kurdên welatparêz rola xwe baş nelîzin, êdî ne gelê kurd bi me baweriya xwe tîne û ne jî tu kes.
Tiştek pir muhîm jî ev e ku li başûrê Kurdistanê pirsa mînorîta (hindikahî) û mafê mirovan e. Divê partî û rêxistinên Başûr di vê xalê da jî pir bi berbipirsiyarî tevbigerin û nekevin şaşiyan, da ku firsend nekeve destê xêrnexwazan û ew jî ji me kurdan ra nebêjin kurd hurmetê ji mafên xelkê ra nagirin û bêedalet in. Gering em kurd wisa bikin ku di pirsa mînorîtan da ji her kesîra bibin mînak, ji ber ku gelê kurd ji destê xelkê pir kişandiye. Em kurd mecbûrin di vî xalî da ji bo mafên mirovan li Kurdistan û ji bo mafên mînorîtan bi awayên biryarên navneteweyî tevbigerin. Gava berevajî bê tevgerîn, ev ji kurdan ra dibe felaketek mezin. Dê ji me kurdan ra pir zor be xwe di cîhanê da baş bidin naskirin û qebûlkirin.