Serrûpel Hejmar 40, gulan 2003

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Nirxandin

Ahmet Önal: Vê reşetariyê biqelêşin
Bedirxan Epözdemir: Hevpeyivîn li gel Feqî Huseyn
Feqî Huseyn: Jiyana min bi kurdî
Lokman Polat: Kurteçîrokên kurdî û Çiya Mazî
Îmer Kalo: Rojnamegeriya kurdî
Fuat Akpinar: Roja Rojnameya Kurdistan
Ebdurrehman Reşîd: Ne tenê Sedam ket
Fuat Akpinar: "Kurdino, merdino, pirr xweş e serxwebûn"
Bûbê Eser: Mizgînî li we
Zerdeşt Haco: Azadî li gelê me pîroz be
Kemal Burkay: Ev guhartina mezin pîroz be
Derwêş M. Ferho: Kurd di rewşek giring û dijwar de ne
Abbas Şiwan: Dîktoriyetî ayînî rê dekat!?
Fuat Akpinar: Bila her kes hesabên xwe baş bike
Fuat Akpinar: Bo qaşo çepên tirkan
Fuat Akpinar: Dilê Kurdistanê êdî katalîzatora kurdan e
Abbas Şiwan: Azadî Kerkûk le dîdî KDPyewe
Fuat Akpinar: Kurd ji tirkan parsê naxwazin
Fuat Akpinar: Bila tirk bi edeb bin -III-
Fuat Akpinar: Hesabê malê li sûkê nehat


Peyam ji bo parlementa Başurê Kurdistanê

Bila azadî li gelê me li Başurê welêt pîroz be!

Piştî ewqas zor û êrişên hovîtî, yên ku ev bêtirî çil salî ne li başurê welatê me berdewam bûn, bi destpêka bihara vê salê re kela zorê hilweşiya û rêjîma Seddamê xwînrêj roxiya. Ji Xaneqînê heya Kerkûkê, heya Mûsil û Şengalê êdî hemû gihiştin herêmên rizgarbûyî.

Em ji navenda PENa Kurd bi şahî û kamiranî van serkeftinan pîroz dikin û her bi hêvî ne, ku hêz û rêberên gelê me li başurê welêt vê keysa dîrokî bi hêviya serxwebûna gel û welatê me ji dest bernedin.

Nabe em bi ti awayî rê bidin dagîrkerên Kurdistanê, ku destên xwe têxin nav kar û barê me yên navxweyî.

Biserketina doza gelê me li başurê welêt û yekgirtina hemû hêzên niştimaperwer li vî beşî, dê bibe bingeh, ku hemû hêzên niştimanperwer li seranserê Kurdistanê hevdû bigirin û li dijî dek û dubareyên Tirkiya, Îran û Sûriyayê bi yek dengî û yek helwestê rawestin.

Ev keys û delîveyeke dîrokî ye, ku piştî ewqas salên bindestî û stûxwarî êdî gelê Kurd li ser xaka welatê xwe bi hemû gelên cîhanê re bi wekhevî bijî.

Ev jî tenê bi yekgirtina hemû hêz û rêxistinên welatparêz gengaz û mimkin e. Ji lew re em bang li hemû hêz û partiyên Kurdistanê dikin, ku bi berpirsiyariya neteweyî rabin, sînorên berjewendiyên partiyetî derbas bikin û nakokiyên ku berê hebûn bi yekcarî deynin aliyekî.

Daxwaza yekgirtina hêz û partiyên Kurdan, daxwazeke neteweyî ye, ew daxwaza giştiya girseyên gelê me li her çar perçeyên welêt û ya hemû Kurdan li seranserê cîhanê ye.

Navenda PENa Kurd
Serok: Zerdeşt Haco
Dr.Z.Hajo@t-online.de

__________________________

* PEN rêxistinek navneteweyî ya nivîskaran e - MN.

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: mehname@yahoo.com
Contact us: mehname@yahoo.com

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.