Serrûpel Hejmar 40, gulan 2003

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Nirxandin

Ahmet Önal: Vê reşetariyê biqelêşin
Bedirxan Epözdemir: Hevpeyivîn li gel Feqî Huseyn
Feqî Huseyn: Jiyana min bi kurdî
Lokman Polat: Kurteçîrokên kurdî û Çiya Mazî
Îmer Kalo: Rojnamegeriya kurdî
Fuat Akpinar: Roja Rojnameya Kurdistan
Ebdurrehman Reşîd: Ne tenê Sedam ket
Fuat Akpinar: "Kurdino, merdino, pirr xweş e serxwebûn"
Bûbê Eser: Mizgînî li we
Zerdeşt Haco: Azadî li gelê me pîroz be
Kemal Burkay: Ev guhartina mezin pîroz be
Derwêş M. Ferho: Kurd di rewşek giring û dijwar de ne
Abbas Şiwan: Dîktoriyetî ayînî rê dekat!?
Fuat Akpinar: Bila her kes hesabên xwe baş bike
Fuat Akpinar: Bo qaşo çepên tirkan
Fuat Akpinar: Dilê Kurdistanê êdî katalîzatora kurdan e
Abbas Şiwan: Azadî Kerkûk le dîdî KDPyewe
Fuat Akpinar: Kurd ji tirkan parsê naxwazin
Fuat Akpinar: Bila tirk bi edeb bin -III-
Fuat Akpinar: Hesabê malê li sûkê nehat


DILÊ KURDISTANÊ ÊDÎ KATALÎZATORA KURDAN E

FUAT AKPINAR: akpinar@t-online.de
ALMANYA 13.04.2003

Wa hatin pêşmergên me, şal û şapik li bejna wan, ew in roniya çavên me, gulên sor bidin dest wan. Kerkûk û Mûsil êdî bû xwediyê xwe yên bi asîl. Ne tenê Kerkûk û Mûsil, Kurdistan bi tevayî malê gelê kurd e, heta niha ji tu kesî ra ne bûye mal û nabe jî mal.

Saltanata Sedamê tolê noker ji holê rabû û kete çopa cîhanê. Tolo, tolo, tolê qol, tu ji kurdan ra gurêx bûyî? De derê meydanê tolo! Ka mêraniya te, tolo? Ka te xeyalet dikir ku tu bibî NABÛKADNEZAR’ê demê tolo!

Niha jî êdî dor dora nokrên Dewleta tirk, faris û nokerên ereban ên sûriyê ye. Ahê kurdan ji tu kesîra namîne, ew xerabiya Dewletên devrût bi me kiriye, dê di pozê wanra fitîl, fitîl derkeve.

Bila nokerên tirk, faris û ereban (Suriye) hilweşandin û ji holê rabûna sîstema Sedamê tol ji xwe re bikin şîret û îbret, ji îro şûnde bi vî awayî tevbigerin. Aqîbeta hate serê Sedamê tol, dê di demek pir nêzîk da bê serê wan jî, eger ew di pirsa kurd û Kurdistanê da ango daxwazên gelê kurd tevnegerin û çareseriyek jêra nebînin, cihê ku Sedamê tol çûye ewê jî herin wê derê.

Her sê dewletên devrût ji nihada bi lez û bez têne cem hev û dixwazin pêşiya tevgera kurd li başûrê Kurdistanê bigrin û nehêlin di wurda ji bo kurdan Federasyonek çêbe. Mirov dema li dîrokê dinêre tiştên ku wan sê dewletan Tirkiye, Îran û Sûriyê tîne cem hev, tenê pirsa kurd û Kurdistanê ye. Wekî din dujminên hevin û tu demê baweriya xwe bi hev naynînin û ji destê wan were ewê hev bixwin.

Êdî roj roja kar û xebatê ye ji bo Kurdistanê. Lê belê divê em tiştekî tu car ji bîr nekin. Av û agir disekine dijmin nasekine. Girîng em hişiyar bin ku dijmin bi piravakasyonan me nexe şaşiyan. Hêvî û rica min ji PDK û YNK’ê eve, li ser hesabê biçûk tevnegerin û bila êdî dijminên me, bi me kurdan henekên xwe nekin û nebêjin kurd dîsa bi hev ketin.

Welatê me pir dewlemende û têra her kesî dike. Divê bi taybetî ji îro şûnde her tişt ji

bo berjewendiyên Kurdistanê be. Her çiqas di nav 12 salan da kêmasî hebûn jî dîsa gelê me baş rayê cîhanê da ku ew di ewqas tengasiyan da welatên xwe bi serbilindî îdare kirin û ji mafên xelkê ra hurmet girtin û heqê gelên biçûk ku li Kurdistanê da dijîn, da wan.

Ev ji bo me kurdan ne tenê li Kurdistanê, li Ewropa û Amerîkayê jî serbilindî ye û em dikarin singên xwe xurt bikin, bidin pêş û bêjin di welatê me de demokrasiyek xurt heye. Pir muhîm e ku bêjim ew karên ku tên kirin, girîng em kurd van karan di raya giştî da jî baş bidin naskirin daku welatên beyanî jî baş bibînin ku em kurd gelek bi asîl in. Ew tiştên em ji bo miletên biçûk dikin, ne ji bo ku mînanî tirk û ereban xelkê bixapînin, dikin. Ji ber ku em gelek bi şan û bi şeref in loma em van tiştan dikin, ji ber ku em ji hurmet û însaniyetê fam dikin.

Divê kurd bizanibin çi dixwazin û tu car bi Amerîka ra nekevin nava şaşiyan û di pirsa Kurdistanê da ne bi demek nêzîk, divê bi stratejiyek dirêj li meselê binêrin. Pirsa gelê kurd niha di qada navnetewîda pir bi fireh û pozîtîf tê giftûgih kirin. Divê em kurd vî îmkanî ji destê xwe ber nedin û ji bo pêşdaçûna vî rewşa baş kar û xebatek daha bi profesyonel û dîplomatîk bimeşînin. Dibe ku konflîkt di nav Iraqê de pir çêbibe û partiyên me yên Başûr bi siyasetek hostatî pirsan çareser bikin û nekevin nav şaşiyan.

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: mehname@yahoo.com
Contact us: mehname@yahoo.com

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.